Ji Rêveberiya Reqayê daxuyaniya salvegera 6`emîn a rizgarkirina bajêr

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê di salvegera 6`em’n a rizgarkirina Reqayê çeteyên DAIŞ`ê de pesna jiyana hevbeş a navbera pêkhate û baweriyên li herêmê da û diyar kir ku divê ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser sûd bê wergirtin.

Ji Rêveberiya Reqayê daxuyaniya salvegera 6`emîn a rizgarkirina bajêr
19 cotmeh, 2023   13:53
REQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê di salvegera 6`emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê li Stadûyma Beledî ya li navarasta bajêr daxuyanî da.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan ên li bajarê û gundewarê wê beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Dihat payîn bi minasebeta rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê (20`ê Cotmeha 2017) pîrozbahî bihata lidarxistin, lê ji bo hevxemiya bi qurbaniyên Komkujiya Nexweşxaneya Xezayê re çalakî hat betalkirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr Ez-Zîb ve hat xwendin. Mihemed Nûr Ez-Zîb bal kişand ser sûcên hovane û şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne û wekî sûcên şerê û sûcên dijî mirovahiyê bi nav kirin.

Ez-Zîb destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû rêbaz û amûerên şerê taybet li dijî gel, pêkhate û etnîkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn û bi wê yekê xwest projeya demokratîk û çanda biratiya gelan têk bibe.

Ez-Zîb diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên Tirkiyeyê, ew teşwîq kir ku êrişan zêdetir bike, binesaziya herêmê û sivîlan hedef bigire û komkujiyên hovane pêk bîne.

Ez-Zîb bal kişand ser Komkujiya Nexweşxaneya Xezayê jî û wekî binpêkirina hemû nirxên civakî û mirovî wesifand, herw iha daxwaza eşkerekirin û cezakirina berpirsên wê kir.

Ez-Zîb anî ziman ku çareserkirina pirsgirêkên heyî bi hevkarî û jiyana hevbeş a gel û olan pêkane û got, “Lewam divê ji bo pêşxistina civakan û avakirina ferdê azad ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser sûd were girtin.”

(c)

ANHA