Operasyona ˋEwlehiya Domdarˊ didome: 50 çete hatine girtin

Operasyona ˋEwlehiya Domdarˊ a ku li kampa Holê û derdora wê hatiye destpêkirin didome. Ji dema destpêkirina operasyonê anku ji duh ve, 50 çete hatine girtin.

Operasyona ˋEwlehiya Domdarˊ didome: 50 çete hatine girtin
Operasyona ˋEwlehiya Domdarˊ didome: 50 çete hatine girtin
Operasyona ˋEwlehiya Domdarˊ didome: 50 çete hatine girtin
7 mijdar, 2024   18:19
HESEKÊ

Operasyona ˋEwlehiya Domdarˊ a ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) duh (4'ê Mijdarê) li kampa Holê û derdora wê daye destpêkirin, didome.

Nûçegihanê me ku operasyonê ji nêz ve dişopîne ragihand ku hêzên Odeya Operasyona ˊEwlehiya Domdarˊ ên ku ji Holê ber bi sînorê Iraqê, ber bi Til Hemîs, ber bi Hesekê û Şedadê ve dest bi operasyonê kiriye, xebatên paqijkirina li derdora bajar û kampa Holê bi dawî kirin.

Nûçegihan diyar kir ku di roja yekê ya pajiqkirin û lêgerîna çeteyan de gelek çeteyên DAIŞˋê hatin girtin. Her wiha nûçegihan anî ziman ku heta niha zêdetirî 50 çete hatin girtin, çek û cebilxaneyên bi wan re hatin desteserkirin.

Nûçegihan aşkera kir ku dê di saetên bê de dest bi xebata paqijkirin û lêgerîna ji bo şaneyên çeteyên DAIŞˋê li hundirê kampa Holê, were destpêkirin.

(mh/fr)

ANHA