Nûçegihanên me amadekariyên merasîma dîrokî dişopînin

Ji Kurdistanê û cîhanê bi sedan siyasetmedar, endamên rêxistinên siyasî û civakî, her wiha bi dehan dezgehên ragihandinê amadekariyên beşdariya merasîma dîrokî ya bersivdayîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Nûçegihanên me amadekariyên merasîma dîrokî dişopînin
Nûçegihanên me amadekariyên merasîma dîrokî dişopînin
Nûçegihanên me amadekariyên merasîma dîrokî dişopînin
Nûçegihanên me amadekariyên merasîma dîrokî dişopînin
Nûçegihanên me amadekariyên merasîma dîrokî dişopînin
11 tîrmeh, 2025   10:33
SILÊMANÎ

Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roja 9’ê Tîrmehê (2025) piştî 26 salan cara yekem bi dîmen daxuyaniyek da û got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgezê pratîze bikin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê gerîlayên azadiya Kurdistanê 11’ê Tîrmehê (îro) li herêma Silêmaniyê merasîmekê li dar bixin û ew ê jî bişopînin.

Piştî vê daxuyaniyê ji Kurdistanê û cîhanê, di serî de nûnerên DEM Partiyê, gelek rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, rewşenbîr û rojnamevanan berê xwe da Silêmaniyê.

Nûçegihanên me jî ku amadekariyên merasîmê dişopînin û diyar kir ku merasîm dê saet di 12.00’an de pêk were.

(bb)

ANHA