Merasîma dîrokî ya gerîla destpê kir

Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan a 9’ê Tîrmehê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji gerîlayên azadiyê pêk tê, merasîma sembolik a tunekirina çekan da destpêkirin.

Merasîma dîrokî ya gerîla destpê kir
11 tîrmeh, 2025   11:41
SILÊMANÎ

Rêber Abdullah Ocalan 9’ê Tîrmehê bi dîmen daxuyaniyek dabû û ev bang kiribû. “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin”.

Li ser banga Rêber Apo, komek gerîlayên azadiyê ku wekî Koma Aştî û Civaka Demokratîk tê binavkirin, merasîma sembolik a tunekirina çekan organîze kir.

Merasîm li Şikefta Casene ya girêdayî gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê destpê kir.

Ji Kurdistan, Tirkiye û devreyî welat derdora 150 nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, rojnamevan, rewşenbîr, dayikên aştiyê merasîmê dişopînin.

Di nava şopdaran de endamên Şandeya Îmralî, Hevserokên DEM Partî û DBP, rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî hene.

Merasîm ji 2 noqteyan tê şopandin.

Di merasîmê de wê destpêkê daxuyanî were dayîn, pişte bi awayekî sembolik çek werin şewitandin. 

(a)

ANHA