Nobeta li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê didome

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin didome.

Nobeta li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê didome
26 kanûn, 2024   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên we li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 4’an de didome. 

Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Riha, Dîlok, Amedê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn.

 Di çaakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye" hate hilgirtin.