4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku 4 çeteyên DAIŞ’ê destgîr kirine. Li gorî daxuyaniya têkildarî mijarê, dema ku çeteyan hewl daye ji rojavayê herêma Firatê derbasî Dêrazorê bibin, hatine girtin.

4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
26 kanûn, 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe têkildarî destgîrkirina 4 çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Roja Çarşemê 25’ê Kanûnê, hêzên me yên taybet (H.A.T) û Dezgeha Ewlekariya Giştî bi koordîneya li gel Koalîsyona Navneteweyî 4 çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji herêmên rojavayê Firatê derbasî bajarokê El Cinênê yê li rojavayê Dêrezorê bûne, girtin.”

Hate diyarkirin ku piştî şopandina lin û tevgerên çeteyan, her çar çete hatine girtin û gelek çek û alavên din ên bi çeteyan re jî hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin lêpirsînên destpêkê bi çeteyan re berdewam dikin û dûre dê bişînin dadgehê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me operasyonên xwe yên dijwar ji bo şopandina şaneyên terorîst û tawankar didomînin, ji bo ku ewlehî û aramî li herêmê çêbe û rê li ber gefên ku aramî û ewlekariya gelê me dikin armanc, bigirin.”