Nexweşxaneyên Humsê hatine paşguhkirin 

Sektora tenduristiyê li deverên di bin kontrola hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, bi taybetî li nexweşxaneyan, xirab e. Niha nexweşxaneya nîştimanî ya Humsê hatiye paşguhkirin, heke rewş wisa bidome, wê karesaeteke mirovî rû bide.

Nexweşxaneyên Humsê hatine paşguhkirin 
23 tebax, 2025   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyekî Humsê bang li rayedarên pêwendîdar kir û daxwaza başkirina xizmetên tenduristiyê kir. Di dîmenekê ku bi berfirehî belav bûye, rewşa nexweşxaneya Ibn El Welîd û çend nexweşxaneyên din ên bajêr rexne dike û wê bi “qesabxaneyê” diwesifîne. 

Heman welatî, di dîmenê de dibêje alavên tenduristiyê û derman nînin, nexweş û malbatên wan neçar dibin ku li dermanan digerin, ew jî êşên wan zêde dike. Heman welatî, desthilata xwecih tawanbar kir ku li şûna piştgiriyê bidin qada tenduristiyê, bi tiştên biçûk mijul dibin ku tenê sûdê li hin kesan dike. Her wiha bang li hikumeta veguhêz kir ku girîngiyê bide sererastkirina nexweşxaneyan, pêdiviyên pêwîst jê re peyda bike. Heman welatî rewşa li nexweşxaneyê wiha wsifand: “Pêwîst e di nexweşxaneyên Himsê de şoreşeke çakkirinê ya bi lez pêk were.”

19’ê Tebaxê, li ser şahidiyên nexweşan, ajansa me raporek li ser kêmbûna xebatên dermankirina belaş ji bo nexweşên penceşêrê li Şamê weşandibû. Di wê raporê de me diyar kiribû ku nexweşxaneyên hikumetê êdî pêdiviyên bingehîn peyda nakin, lewma nexweş neçar dimînin ku derman bi xwe peyda bikin û ew jî barên wan ên madî girantir dike. Li nexweşxaneyên Şamê modeleke dişibe nexweşxaneyên taybet êdî derdikevin holê.

(ac/şx)