Netanyahu: Armanca şerê li dijî Îranê hilweşandina rejîm ye

Benjamin Netanyahu diyar kir ku armanca wan di şer de hilweşandina rejîma Îranê ye, di heman demê de Tehranê gef xwar ku eger êrişî binesaziya wê kirin ew ê binesaziya petrolê ya li herêmê hedef bigire.

Netanyahu: Armanca şerê li dijî Îranê hilweşandina rejîm ye
12 adar, 2026   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu vê êvarê diyar kir ku armanca şerê li dijî Îranê "ew e ku gelê Îranê bikaribe rejîmê hilweşîne."

Netanyahu di daxuyaniyên xwe yên ji bo medyaya herêmî de got "Îsraîl Îran û Hizbullahê tune dişikîne", û da zanîn ku Rêberê Bilind ê Îranê yê nû "nikare li ber çavan xuya bibe."

Îranê jî gef xwar ku eger êrişî binesaziya wê ya enerjiyê were kirin, ew ê "qadên petrol û gazê yên herêmê bişewitîne".

Ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Tehranê di 28ˊê Sibatê de, Îranê êrişî tesîs, berjewendî û baregehên Amerîkî li welatên Kendavê, Urdin û Iraqê kiriye, li kêleka wê jî trafîka deryayî li Tengava Hurmuz rawestandiye.

(fr)