Nerazîbûnên li dijî Ehmed El Şera dewam dikin

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî lidarxistina civîna di navbera Ehmed Şera û Sudanî de rexne kir û Bang li Ehmed El Şera kir ku neyê Iraqê.

Nerazîbûnên li dijî Ehmed El Şera dewam dikin
11 gulan, 2025   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku 18’ê Gulanê de bi tevlîbûna gelek berpirsên bilind ên welatên Ereban li Bexdayê civîna Lûtkeya Erebî bê lidarxistin. 

Biryare serokkomarê demkî yê Şamê Ehmed El Şera jî tevlî civînê bibe. Li Iraqê nerazîbûnên dijî tevlîbûna Ehmed El Şera dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî, di hevpeyvînek xwe ya bi televziyonek Iraqê re balkêşa ser mijarê.

Nurî Malikî got ku civîna ku di navbera serokê demkî yê desthilata Şamê Ehmed El Şera û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî de cihê rexneyê ye.

Malikî got; “Civîna Sudanî û Şera ya li Dohayê bêyî agahiya hevpeyman û serokkomarê Iraqê çêbûye, ji bo vê ez wana di warê hatina Ehmed El Şera ya ji bo Iraqê de û tevlîbûna wî ya di Lûtkeya Erebî de hişyar dikim. Em naxwazin pêşwazî li Ehmed El Şera bê kirin.”

Malikî bang li Ehmed El Şera kir ku neyê Iraqê.

Hêjayî gotinê ye tê payîn ku 18’ê Gulanê de bi tevlîbûna gelek berpirsên bilind ên welatên Ereban li Bexdayê civîna Lûtkeya Erebî bê lidarxistin. Biryare serokkomarê demkî yê Şamê Ehmed El Şera jî tevlî civînê bibe.

Wezareta Navxwe ya Iraqê duh ragihand ku ji ber civîna Lûtkeya Erebî ya li Bexdayê hemû çalakiyên li bajar heta 20’ê Gulanê qedexe ne.