NADA: 25ˋê Mijdarê bikin roja yekbûna li dijî tundiyê

Hevbendiya NADA bang li tevahî jin, rêxistin û tevgerên jinan kir ku roja 25'ê Mijdarê bikin roja yekbûna li hemberî tundiya li ser jinan û roja avakirina cîhaneke bê tundî ku tê de jin li gorî felsefeya "Jin Jiyan Azadî" bibin xwedî rol û bi aştî bijîn.

NADA: 25ˋê Mijdarê bikin roja yekbûna li dijî tundiyê
24 mijdar, 2024   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, Hevbendiya Demokratîk a Herêmî ya Jinan (NADA) daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de bang li tevahî jinan hat kirin ku roja 25ˋê Mijdarê derfeteke ku bale bikişînin ser tevahî binpêkirinên li dijî jinan û hat diyarkirin ku pêwist e di roja 25'ê Mijdarê de hemû tevgerên jinan li xwe vegerin, nexasim tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama şer û krîzên li herêmê de tundî zêdetir bûye, di vê yekê de jî jin xwedî para herî mezin in, nexasim jinên Sûdan, Iraq, Filistîn, Kurdistan, Yemen û Sûriyeyê ku li dijî wan êşkence, tecawîz û tundî tên kirin.

Her wiha hat diyakirin ku doza jinan li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di radeya herî nizm de ye û bal li ser vê dozê nayê kişandin ku mafên xwe bi dest bixin û pirsgirêkên wan werin çareserkirin. Ji lew re civak û rejîm bi giştî di çiravên pirsgirêkan de ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî rapor û amarên navneteweyî, di her 10 deqeyan de jinek tê kuştin.

Di dawiya daxuyaniyê de jinên ku ji bo mafên xwe tê koşiyane û yên ku niha jî tê dikoşin hatin silavkirin. Her wiha bang li tevahî jin, rêxistin û tevgerên jinan hat kirin ku hevbendiya xwe xurt bikin, têkiliyên xwe geş bikin, ji tecrubeyên hev sûd wergirin û di bin sîwana projeya Konfedraliya Jinên Demokratîk a Herêmî û Cîhanî bixebitin û bi diruşma ˋJin, Jiyan, Azadîˊ têkoşînê dewam bike û guhartina ku armancên şehîdên jin bû, pêk bînin.

(mh/fr)