Bazirganekî hişbirê li Hesekê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî hişbirê li bajarê Hesekê girt.

Bazirganekî hişbirê li Hesekê hat girtin
24 mijdar, 2024   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li taxa Kelase ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bazirganekî hişbirê hat girtin.

Navendê diyar kir ku Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê kemînek veda û di encamê de bazirgan hat girtin.

Her wiha navendê destnîşan kir ku di encama lêgerînê de hêzan 100 hebên captagonê û 30 hebên pegobalîn hatin dîtin û desteserkirin.

Di dema lêpirsîna bazirgan de, li xwe mikur hat ku wî madeyên hişbirê difirotin. Piştre hêzan ew ji Dozgeriya Giştî re rakir ku cezayê xwe wergire.

(fr)