MSD`ê banga yekitî û hevkariyeke neteweyî ya berfireh kir

Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku hêza Sûriyeyê di hevgirtina pêkhateyên wê de ye û da zanîn ku gelên Sûriyeyê dikarin kar û barên xwe bi îradeyeke neteweyî ya rastîn, dûrî zimanê nefretê bi rê ve bibin.

17 kanûn, 2025   16:00
HESEKÊ

MSD`ê bi hevkariya Partiya Sûriyeya Siberojê, li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê civîneke berferh li dar xist. Şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û bi sedan şêniyên bajêr beşdarî civînê bûn. Civîn li ber ofîsa Partiya Sûriyeya Siberoja ya li navenda bajêr pêk hat.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Ofîsa Têkiliyên a MSD`ê Hisên Ezam, pêşkeftinên dawîn ên li herêmê şîrove kirin. Ezam bal kişand ser girîngiya yekitiyê, rawestndina zimanê nefretê û xebata hevbeş ji bo parastina aştiya sivîl û aramiya civakê.

Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislit jî axivî û diyar kir ku yekîtiya gelê Sûriyeyê û parastina jiyana welatiyan erekên sereke ne. El Mislit da zanîn ku gelê Sûriyeyê dikare kar û barên xwe bi rê ve bibe, ger rêberiya rastîn a neteweyî hebe.

El Mislit li ser rola medyaya civakî di kûrkirina nakokiyên di navbera pêkhateyan de hişyarî da, û diyar kir ku derbaskirina van nakokiyan ​​tenê bi aqil û himşmediyê dikare were pêkanîn.

El Mislit her wiha destnîşan kir ku Peymana 10`ê Adarê dê rêyek bi rastî neteweyî be ku xizmeta berjewendiyên welêt dike.

Beşdarên civînê jî diyar kirin ku di qonaxa heyî pêdivî bi hewldanên hevgirtî di navbera hemû pêkhateyan de heye, ji bo parastina tevna civakî û avakirina siberojeke li ser bingeha hevkarî û lihevhatinê.

(k)