Kongreya Yekitiya Peymankarên Girkê Legê hat lidarxistin

Yekitiya Peymankarên Girkê Legê di kongreya xwe ya 2ˊyemîn de destnîşan kir ku peymankar stûna bingehîn a avakirin û pêşxistina civakan e. Kongre bi hilbijartina hevserokekî û 4 endamên meclisê yekitiyê bi dawî bû.

17 kanûn, 2025   16:43
QAMIŞLO

Yekitiya Peymankarên Girkê Legê kongreya xwe ya 2ˊyemîn li hola Sendîkeya Karkeran a Rimêlanê ya kantona Cizîrê li dar xist.

Di kongreyê de nûnerên ji saziyên sivîl û xizmetguzarî yên Girkê Legê, nûnerên ji Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amade bûn.

Kongreyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre li ser navê TEV-DEMˊê Ebduselam Mehmûd lidarxistina kongreyê pîroz kir û diyar kir ku ev civîn ji bo dilsoziya bi fedakariya şehîdan hat organîzekirin.

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Yekitiya Peymankarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Kosa bal kişand ser girîngiya rola ku peymankar di piştgiriya îstîqrar û geşepêdanê de pêk tînin.

Piştî axaftinan, rapora salê ji hêla hevserokê Yekitiya Peymankarên Girkê Legê Sultan Ehmed ve hat xwendin.

Beşdaran da zanîn pêwîstî bi piştgiriyê ji hêla Rêveberiya Xweser û şaredariyan ve heye.

Kongre bi jinûve hilbijartina Sultan Ehmed weke hevserokê Yekitiya Peymankarên Girkê Legê û 4 endamên meclisê Remedan Omer, Kenan Rustem, Selman Salih û Ilwan El Omer bi dawî bû.

(fr)

ANHA