MSDˊê li Holland panelek li dar xist

MSDˊê di paneleke li Holland de ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê û gihandina li çareseriyeke mayînde girîngî da diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî.

MSDˊê li Holland panelek li dar xist
MSDˊê li Holland panelek li dar xist
17 tebax 2024   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hewldanên mayînde yên xurtkirina diyaloga nîştimanî de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê ˊPêşdeçûna rewşa niha û asoyên pêşerojêˊ li Holland panelek li dar xist. Di panelê de gelek çalakgerên siyasî, akademisyenên sûriyeyî, nûnerê MSDˊê li Almanyayê Dr. Rizgar Qasim beşdar bûn.

Nûnerê MSDˊê li Holland Macid Guro li ser projeya MSDˊê ya bi armanca yekkirina sûriyeyiyan axivî. Her wiha nîqaş li ser nirxandina rewşa siyasî ya li Sûriyeyê, pêwîstiya dîtina çareseriyeke sûriyeyî dûrî destwerdanên derve hatin kirin.

Dr. Rizgar Qasim nêrîna MSDˊê ya li ser rêveçûnên xebata nîştimanî ya hevbeş pêşkêş kir û teqezî bi girîngiya yekitiya nîştimanî weke rêbaza bidawîkirina krîzê da. Her wiha siyasetmedar Zerdeşt Mihemed behsa doza Kurd kir û diyar kir ku divê ji bo vê yekê çareseriyeke adilane di çarçoveya yekitiya dewleta Sûriyeyê bi pergala nenavendî de bê dîtin.

Beşdaran girîngî da diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê bo gihandina çareyeke giştî û mayînde.

Çalakî bi pêşniyarên ji bo xurtkirina diyaloga nîştimanî û piştgiriya însiyatîfên MSDˊê bi dawî bû.

Ev panel di çarçoveya hewldanên MSDˊê de ji bo xurtkirina hevkariyê di navbera tevahî hêzên siyasî yên Sûriyeyê de hat lidarxistin.

(fr)