Kehrebe li ser giştî Lubnanê qut e

Kehrebe li ser giştî Lubnanê di nav de cihên bingehîn mîna balafirgeh, beravê Beyrût û girtîgehan qut e.

Kehrebe li ser giştî Lubnanê qut e
17 tebax 2024   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Kehrebê ya Lubnanê ragihand ku kehrebe li ser giştî xaka Lubnanê, di nav de cihên bingehîn mîna balafirgeh, beravê Beyrût û girtîgehan, qut bûye. 

Saziyê daxuyand ku li gorî malpera 24 a Lubnanê, sedemên rawestîna kehrebê ew e ku koma kargeha Zehranî ya dawî ya hilbirîna elektrîkê ji ber tunebûna sotemeniyê ji kar derket.

Saziya kehrebê destnîşan kir ku tevahî tedbîrên ji bo demdirêjkirina hilberîna enerjiyê ji dest dane.

Her wiha saziyê anî ziman ku ew ê careke din komên ji xizmetê derketine, li gorî hevsengiya depokirinê, ku dê piştî peydakirina gazê, bi kar bîne.

Her wiha gerînendeyê Giştî yê hewavanî ya sivîl ê balafirgeha Beyrûtê Fadî El Hesen got niha li balafirgehê bi rêya jenetoran kehrebe heye û bi hêvî ye krîz dirêj neke.

(fr)