Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê a 3ˊyemîn dest pê kir

Li bajarê Hesekê Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dirûşma "Bi çanda komînal deng û awazên gelan vejîn dibe" dest pê kir. Di mîhrîcanê de peyamên li ser jiyana hevbeş û pirrengiyê hatin dayîn.

8 kanûn, 2025   22:08
HESEKÊ

Li hola Serdem a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê Mîhrîcana Orkêş a Muzîkî ya 3ˊyemîn bi dirûşma "Bi çanda komînal deng û awazên gelan vejîn dibe" li dar ket. Di mîhrîcanê de rewşenbîr, hunermend, hezkiriyên hunerê û kesayetên siyasî, civakî û leşkerî amade bûn.

Axaftina destpêkê, Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl kir. Xelîl got "Rejîma Baas bi şiklî hilweşiya, lê zihniyeta wê hilneweşiyaye. Înkarkirina pirrengiya neteweyî û çandî li Sûriyeyê didome û şoreşa rastîn bi rêya projeya azadiya jinan û neteweya demokratîk pêk tê."

Bi navê Komîteya Amadekar Baran Dilbihar bixêrhatina mêvanan û komên beşdar kir. Dilbihar amaje bi sembolîzma veguhastina mîhrîcanê ji Efrîna dagirkirî ber bi Siwêdayê ve kir û diyar kir ku ruhê ruhê beşdaran di mîhrîcanê de xurt e.

Hunermend Sumeye Mihemed bi navê Tevgera Çand û Hunerê û axivî destnîşan kir ku armanc ji mîhrîcanê xurtkirina yekitiya hunermendan û parastina çanda Kurdî ye. Sumeye hêvî kir ku çalakiyan li çar parçeyên Kurdistanê li dar bixin.

Piştre ji hêla hunermend Jînda Kenco ya ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye, stranên folklorî yên Kurdî, û ji hêla komên stranan stranên şoreşgerî û govend ve, hatin pêşkêşkirin.

Gelek komên komên stranan hunerên xwe pêşkêş kirin, hunermend Semîh Şiqêr jî peyameke pîrozbahiyê da.

Wê mîhrîcanê heta 2 rojên din bi hunerên ji tevahî herêmên Sûriyeyê bidome.

(mh/fr)

ANHA