Li Banyasê kesek hat qetilkirin, yek jî birîndar bû

Li bajarê Banyasê, ji ber gulebarana ji taxa Ras El Nebi, welatiyekî ji taxa Qewz hat qetilkirin û yek jî birîndar bû.

Li Banyasê kesek hat qetilkirin, yek jî birîndar bû
8 kanûn, 2025   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji bajarê Tertûsê da zanîn ku li bajarê Banyasê gule ji taxa Ras El Nebi ber bi taxa Qewz ve hatin barandin, di encamê de welatiyek hat qetilkirin

Hat zanîn ku gule li mala welatî Ebdullah Hesen hatin barandin, di encamê de wî jiyana xwe ji dest da û yekî din li taxê birîndar bû.

Hemwextî komkujiyên li taxa Qisûr a Banyasê ku di Adarê de çêbûbûn, malên li taxa Qewz jî hatibûn şewitandin û kelûpelên wê hatibûn dizîn.

(mh/fr)

ANHA