Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum mazbatayên xwe wergirtin

Hevşaredarên Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum mazbatayên xwe yên hilbijartinê wergirtin.

Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum mazbatayên xwe wergirtin
9 nîsan, 2024   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum ên ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wekî Hevşaredarên Îdirê hatin hilbijartin, mazbatayên xwe wergirtin.

Tevî parlamenterê Îdirê Yilmaz Hun gelek kes ji bo wergirtina mazbatayan bi hevşaredaran re çûn.

Piştre hevşaredar û şandeya pê re bi girseyî derbasî avahiya şaredariyê bûn.