Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk cejna Remezanê pîroz kir

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna Remezanê li cîhana Îslamî pîroz kir.

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk cejna Remezanê pîroz kir
9 nîsan, 2024   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk bi boneya cejna Remezanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de cejna Remezanî li cîhana Îslamî, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbatên şehîdan hat pîrozkirin.

Her wiha konfedraliyê hêvî kir ku êş û zehmetiyên gelê Sûriyeyê bi dawî be, koçber û penaber vegerin warên xwe û li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê aştî û ewlehî misoger be.

(mh)