Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê, Hêza Berevaniya Sînor ava kir

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ragihand ku wan Hêza Berevaniya Sînor û çend baregehên ewlehiyê li bajêr ava kirine.

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê, Hêza Berevaniya Sînor ava kir
26 nîsan, 2025   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ragihand ku wan Hêza Berevaniya Sînor û çend baregehên ewlehiyê li bajêr ava kirine.

Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî de hate gotin: "Li ser bingeha baweriya me ya kûr bi rola me ya nîştimanî û erkên me yên parastina gel û welatê xwe û li gorî geşedanên dawîn ku komên terorîst li rojhilatê parêzgehê kom bûne, her wiha ji ber aloziya ewlekariya nav bajêr, biryar hat dayîn ku em vê gavê biavêjin.

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku "li hember kêşeyên hevbeş yekgirtî bin, ji bo pêkanîna ewlekarî û aramiyê.”