Berxwedêrên li Bendava Tişrînê Konferansa Yekrêziya Kurdî silav kir

Nobedarên Bendava Tişrînê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava silav kir.

Berxwedêrên li Bendava Tişrînê Konferansa Yekrêziya Kurdî silav kir
26 nîsan, 2025   12:58
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şêniyên kantona Firatê yên çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê dewr girtiye, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava ku li Qamişloyê dewam dike, silav kir.

Nobedaran konferans li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got konferans dê yekitiya gelê Kurd pêk bîne.

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiya nobetê bi rêxistin kiriye. Çalakiya nobetê dewam dike.

(bb)

ANHA