Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist

Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê bi dirûşma "Rêxistinkirina jinan û civakê misogeriya azadiya Rêber Apo ye" civînek berfireh li dar xist. Di civînê de xebatên 2 salan hatin nîqaşkirin.

Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist
Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê civînek berfireh li dar xist
16 gulan, 2024   19:10
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Girkê Legê û bajarokên wê yên kantona Cizîrê civînek berfireh bi beşdariya 200 endaman li hola navenda PYD'ê ya bajarê Girkê Legê, li dar xist.

Di serî de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola jinan ji aliyê endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Laleşîn Ebdullah ve hatin xwendin.

Piştre rapora xebatên Meclisa Jinan a PYD'ê yên 2 salan hatin xwendin. Di raporan de her wiha hejmara jinên ku beşdarî hemleya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ji 2 salan de hatin aşkerakirin. Ew jî wiha ye; 57 hezar û 751 jin îmze avêtin.

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku 125 endamên nû tev li Meclisa Jinan bûne û hejmara şaneyên Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê û bajarokên wê gihîştiye 49'an. Ji wan 25 çalak û 24 ne çalak in.

Di dawiya raporê de plansaziya 2 salên bê hat diyarkirin. Li gorî wê divê şaneyên ne çalak bên çalakkirin, hejmara endamên şaneyan bên zêdekirin û rola wan li gorî pêdiviyên meclisê bê çalakkirin.

Piştre rewşa siyasî ya cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi taybetî ji aliyê hevseroketiya Komîteya Perwerdeyê ya PYD'ê Zozan Ereb ve hat şîrovekirin.

Zozan Ereb lidsrxistina civînê li Rêber Abdullah Ocalan û jinan pîroz kir û got: "Li Rojhilata Navîn şerekî cîhanê yê sêyemîn rû dide û tê de nexşeyeke nû ya cîhanê tê xêzkirin. Ji bo wê jê pêwîst e em wek gelên herêmê di serî de jin, li hember planan hişyar bin û xwe li gorî fikrê Rêber Abdullah Ocalan û mîrasa jinên pêşeng ên şoreşa jinan, rêxistin bikin û civakeke demokratîk ku tê de jin xwedî rol bin, ava bikin."

Piştre rewşa rêxistinî û rewşa jinan hat nîqaşkirin. Beşdaran diyar kir ku di 2 salên dawîn de lewazî di aliyê rêxistinkirin û perwerdekirinê de hebû. Beşdaran pêşniyar kir ku komîteyek ji bo şopandina xebata endamên meclisê û komîteyek ji bo ciwanan û perwerdeyê bê damezirandin.

Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Hîstan Hesen diyar kir ku kêmasiyên ku derketine bi sedema lewaziya rêxistinkirinê û neçalakbûna şaneyan e ku ew ê bi rêya çalakkirina şaneyan û vekirina perwerdeyan bên çareserkirin.

Hîstan Hesen got: "Pêwîst e endamên Meclisa Jinan a PYD'ê bi Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan re koordîna bikin û bi hev re jinan rêxistin bikin."

Di dawiya civînê de navên 16 namzetên hevseroketiya Meclisa Jinan a PYD'ê li Girkê Legê û bajarokên wê ji bo 2 salên bê hatin xwendin û ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin. Ew namzet dê di konferansa Meclisa Jinan a PYD'ê de ya li ser asta kantona Qamişlo ku di rojên bê de li dar bikeve, nûnertiya meclisê bikin.

(mh)