Lûtkeya Erebî ya bê li Bexdayê ye

Serokê Iraqê spasiya hikumeta Şamê li ser qebûlkirina wê ya lidarxistina dewreya 34ˊan a Lûtkeya Erebî ya 2025ˊan li Iraqê, kir.

Lûtkeya Erebî ya bê li Bexdayê ye
16 gulan, 2024   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Iraqê Ebdulletîf Reşîd di axaftina xwe ya li Lûtkeya Komkara Dewletên Ereban a li Menamê de diyar kir ku hikumeta Şamê rola xwe ya der barê lidarxistina dewreya normal a 34ˊan a 2025ˊan de daye Iraqê.

Reşîd têkildarî vê yekê spasiya hikumeta Şamê kir.

Reşîd destnîşan kir ku Iraq piştgiriya yekitiya xaka Sûriyeyê dike û bang kirk u ewlehî û îstîqrar pêk bê û terror were tunekirin.

Reşîd der barê rewşa li Iraqê de got ew binpêkirinên li dijî serwerî, ewlehiya xak û welatiyan di bin çi hincetî de red dike. Her wiha bikaranîna xaka Iraqê ji bo tesfiyekirina hesaban jî red dike.

 (mh)