Meclisa Jinan a PYD`ê atolyeyek li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk "Na ji qetlkirina jinan re" atolyeyek li dar xist. Di atloyeyê de hate destnîşankirin, bingeha azadiya jinan, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

6 mijdar 2023   16:40
ŞEHBA

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hola Serdem a nvaçeya Ehdas atolyeyek li ser sûcên li dijî jinan bi dirûşma "Na ji qetlkirina jinan re" li dar xist.

Endamên Meclisa Jinan a PYD`ê Îlham Mihemed, Rodîn Mihemed û endama Desteya Jinan Emîne Mele Hesen atolye bi rêve bir.

Îlham Mihemed bi xêrxatina mêvanan kir û bernameya atolyeyê aşkera kir

Dûre Emîne Mele Hesen wiha axivî: "Jin di nava jiyanê de yan jî ji ber hişmendiya desthildariyê her tim bi tundî û kuştinê re rû bi rû dimîne. Em jî bi êiya vê atolyeyê dixwazin vê mijarê nîqaş bikin û bigihêjin armancekê. Ev armanc jî azadiya jinan û jin ji kuştin û tundiyê xilas bibe."

Pirsên wek çawa bijî, Wateya azadiyê çi ye, malbata çi ye, li ser kîjan bingehê malbata ava dibe, rola jin û mêr di nava jiyanê de çi ye, çima jin tê kuştin û tundî li ser jinê tê meşandin? Li ser beşdaran hatin belavkirin.

Piştî nîqaşê beşdaran der barê pirsan de atolye bi encanameyek bi dawî bû.

Divê şoreşeke jinan a berfireh ku mafên jinan misoger bike û statuya wê di hemû qadên jiyanê de vegerîne pêk were. Çawa ku koletiya jinan koletiya herî kûr a li ser rûyê cîhanê ye, divê şoreşa jinan jî li ser esasê edaletê, bibe şoreşa herî kûr û herî mezin a azadî û wekheviyê.

Divê armanca herî bingehîn  jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî be.

Dema ku bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan xebat û jiyîn bê afirandin wê jin ji tundiyê azad bibe.

Eger jin azad nebe, civak jî azad nabe. Azadbûna civakê bi azadbûna jinan ve girêdayî ye.

ANHA