Li Kobanê parkek tê avakirin

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê parkek nû li bajarê Kobanê ava dike.

Li Kobanê parkek tê avakirin
6 mijdar, 2023   15:54
KOBANÊ

Desteya Rêvebereiya Herêmî ya Herêma Firatê li taxa Şehîd Ebdo ya li bajarê Kobanê parkekê bi navê "Jîn" ava dike. Firehiya parkê 2 hezar û 800 çargoşe ye.

Xebatên avakirina parkê di çaçroveya avakirina peyaran, sûr, diyarkirina cihên rûniştin û cihên daran de tên kirin. Avakirina parkê yek ji projeyên Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Firatê yên bi armanca zêdekirina qada keskahiyê li Kobanê ye.

Endazyara berpirsa avakirina parkê Edûla Remo got: "Park li taxên taxên rojhilatê bajar kêm in, ji ber vê yekê em vê parkê ava dikin. Em ê di rojên bê de dest bi avakirina parkên nû li taxên din bikin."

Edûla Remo diyar kir ku park ji bo her bajarekî rûyê şaristanî û ekolojîk nîşan dide û wiha dom da axaftina xwe: "Divê em parkan pêş bixin û hewayeke guncaw ji bo şêniyan biafirîni da ku bêhna xwe bidin. Ji ber vê yekê me dest bi avêtina gavên avakirina parkên giştî kir ku cihê bêhndanê şêniyan e."

Endazyar Edûla Remo bang li şêniyan kir ku park, lîstik û darên di parkê de biparêzin.

Tê payîn ku avakirina parkê mehekê dewam bike.

Welatiyê bi navê Hecî Şemsedîn ji ber avakirina parkan spasiya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê kir û got, ev park dê hewayeke guncaw ji bo bêhndanê peyda bike.

(bb)

ANHA