Meclisa Jinan a PYDˋê bang kir: Bendava Tişrînê û sivîlan biparêzin

Meclisa Jinan a PYD'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hovîtiya xwe herêmê, Bendava Tişrînê û welatiyên ji bo parastina bendavê di nobedê ne, hedef digirin. Der barê vê yekê meclisê bang li civata navneteweyî û koalîsyonê kir ku bendavê û sivîlan ji êrişan biparêzin.

Meclisa Jinan a PYDˋê bang kir: Bendava Tişrînê û sivîlan biparêzin
18 ÇILE, 2025   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê û Bendava Tişrînê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zêdetirî mehekê ye ku Bendava Tişrînê anku Bendava Şehîdan bi awayekî hovane bi tevahî cureyên êrişan ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê hedefgirtin. Ev êrişên gefên yekser ên derketina bendavê ji xizmetê dixwin. Bi wê re herêm û herêmên derdorê rûbirûyî karesateke mirov û jîngehî ya xeternak in.

Her wiha di daxuyaniya PYDˋê de hat gotin eger bendav ji xizmetê derkeve, wê bi xwe re mîdareke mezin a avê jî berde û rûberên fireh ji eraziyên çandiniyê, kolên gund û herêmên derdora çemê Firatê di bin avê de bihêle.

Di berdewama daxuyaniyê de hedefgirtina karwan û kombûnên sivîlên ku ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî êrişan û piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re li bendavê nobedê dikirin, hat şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ev tevahî binpêkirin li pêş çavên cîhanê bêyî ku şermezar bike yan jî bertekekê nîşan bide tên kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku li hemberî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin, êrişan rawestînin û herêmê ji karesateke mirovî biparêzin.

Her wiha berxwedana dîrokî ya QSD'ê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat silavkirin û bang li tevahî gelên azadîxwaz hat kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bibin yek, ji bo ku dagirkeran têk bibin û serkeftinê misoger bikin.

(mh/fr)