Meclisa Gelan a Demokratîk êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Meclisa Gelan a Demokratîk êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin. Meclisê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê ye.

Meclisa Gelan a Demokratîk êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
24 cotmeh, 2024   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

 Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji duh bi şev ve şermezar kirin.

Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ys li bajarê Reqayê bi amadebûna endamên Meclisa Gelan a Demokratîk, ji aliyê hevseroka Meclisê Sîham Qeryo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku kiryarên dewleta Tirk sûcên mirovahiyê ne û armanca wê têkbirina aramî û aştiyê li herêmê ye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Divê hêzên navneteweyî yên li Sûriyeyê erka xwe ya parastina herêmê bi cih bînin, qada asmanî li ber balafirên dagirkeriya Tirk bigirin û li hemberî polîtîkayên terorê yên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesteke tund nîşan bidin. Em bang li gelên xwe dikin ku li dijî faşîzma dewleta Tirk rabin ser piyan û bibin yek û ji bo têkbirina planên ku hebûna rêveberî û gelên me dike hedef, têbikoşin.”

(k)