Ji bo êrişan zirareke mezin gihaştiye stasyona Siwêdiyê

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî stastona Siwêdiyê de, zirarekî mezin gihîşt binesaziya stasyonê. Ev stasyon yek ji girîngtirîn navendên hilberîna kehrebeyê li kantona Cizîrê ye.

Ji bo êrişan zirareke mezin gihaştiye stasyona Siwêdiyê
Ji bo êrişan zirareke mezin gihaştiye stasyona Siwêdiyê
Ji bo êrişan zirareke mezin gihaştiye stasyona Siwêdiyê
Ji bo êrişan zirareke mezin gihaştiye stasyona Siwêdiyê
Ji bo êrişan zirareke mezin gihaştiye stasyona Siwêdiyê
Ji bo êrişan zirareke mezin gihaştiye stasyona Siwêdiyê
Ji bo êrişan zirareke mezin gihaştiye stasyona Siwêdiyê
24 cotmeh, 2024   16:32
QAMIŞLO

Vê sibehê,  saet di 2:30'an de, artêşa Tirk a dagirker stasyona Siwêdiyê ya li gundewarê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê bombebaran kir. Di encamê de 7 karmendên wê şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

Stasyona Siwêdiyê stasyoneke dayîna kehrebeyê ye. Stasyon li bajarokê Siwêdiyê yê bajarê Girkê Legê li nêzî zeviya Rimêlanê û kargeha gazê ye.

Ev stasyon ji stasyonên ku kehrebeyê dide Sûriyeyê û ji bo kantona Cizîrê jêdera tekane ye ku kehrebeyê dide beşên xizmetguzariyê wekî stasyonên avê, firne, nexweşxane, aş, embargeh û peywendiyan.

Di dîmen û wêneyên ku nûçegihanên me girtine de, zirarê mezin ê ku gihîştiye stasyonê xuya dibe.

(mh/fr)