Marine Le Pen siyasetên Fransayê li hember Kurdan rexne kirin

Seroka Partiya Kombûna Neteweyî ya Fransayê êrişî siyaseta welatê xwe li hember dosyaya Sûriyeyê kir û diyar kir ku Parîsê dev ji Kurdan berda û rewatî da îslamiyetê.

Marine Le Pen siyasetên Fransayê li hember Kurdan rexne kirin
23 ÇILE, 2026   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Partiya Kombûna Neteweyî li Fransayê Marine Le Pen li ser platforma "X" postek weşand û tê de rexneyên xwe yên tûj li siyaseta Fransayê ya li hember dosyaya Sûriyeyê anîn ziman û got: "Îro Kurd dimirin, ew kesên ku bi wêrekî li dijî terorîstên rêxistina DAIŞˊê derketine. Bi tirsonekî têne dev ji wan Kurdan tên berdan û civata navneteweyî çavê xwe ji vê kiryaran re digire."

Marine da zanîn ku "Emmanuel Macron careke din bi awayekî trajîk têk çû, dema ku wî lez kir ku xalîçeya sor ji bo serokê qaşo Sûriyeyê, cîhadîstek ku berê bi DAIŞ û El Qaîdeyê re têkildar bû, raxîne."

Marine Le Pen di dawiyê de got "dayîna sertîfîkayeke rewatiyê û rêzgirtinê ji bo Îslamîzmê berpirsiyariyeke giran dixe ser milê Serokkomarê ji bo zulma ku bi serê hindikahiyên li Sûriyeyê tên."

(fr)