Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan

Ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê destpêşxerêya alîkariyê mirovî ji bo piştevaniya koçberên Serêkaniyê û Efrînê da destpêkirin û alîkarî li navendên bicihbûna wan belav kirin.

Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan
Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan
Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan
Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan
Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan
Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan
Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan
Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan
Ciwanên ji Dirbêsiyê destekê didin koçberan
23 ÇILE, 2026   19:18
HESEKÊ

Ji ber berdewama êrişên çeteyên hikumeta demkî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Helebê bi hezaran malbat ji ber komkujiyan û binpêkirinan bi darê zorê koçberî bajarên kantona Cizîrê, di nav de bajarê Dirbêsiyê bûn û li navendên hewandina demkî û dibistanan hatin bicihkirin.

Girêdayî mijarê, ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê destpêşxerêya mirovî ji bo piştevaniya koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê yên ji Reqayê hatine da destpêkirin.

Ciwanan alîkarî li dibistana Şehîd Roza Cûdî, dibistana Şehîd Ebdurehman Elî Necmî û dibistana Perwerd Zîlan belav kirin.

Ciwanan li koçberên di wan dibistanan de xurek, betanî, nivîn, derman û pêdiviyên zarokan belav kirin, ku zehmetiyên koçberiya bi salan sivik bikin.

(fr)

ANHA