Malbatên şehîdan: Tu kes nikare me ji Rêbertî dûr bixe

Malbatên şehîdan ên Girkê Legê û kantona Firatê "Cezayên dîsplînê" ku dewleta Tirk li Rêber Abdullah Ocalan birîne, şermezar kir û got: "Kesek nikare me ji Rêbertî dûr bixe û em ê şopdarên ramanên wî bin."

Malbatên şehîdan: Tu kes nikare me ji Rêbertî dûr bixe
Malbatên şehîdan: Tu kes nikare me ji Rêbertî dûr bixe
22 gulan 2024   13:02
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê li pêşiya navenda xwe ya li bajarokê Rimêlanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl, xizmetguzarî, Meclisa Navçeyê, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hat dayîn. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Silêman daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên "kirêt" li dijî Rêber Abdullah Oalan didomîne û rêxistinên mirovî û yên hiqûqî bêdeng in.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dirêjkirina dema tecrîdê tê wê wateyê ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên qirkirinê li dijî gelan didomîne.

Di daxuyaniyê de helwestên navneteweyî, CPT û rêxistinên hiqûqî hatin şermezarkirin û bang hate kirin ku helwestên xwe careke din di ber çavan re derbas bikin, fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo ku tecrîda dermirovî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi armancên dewleta Tirk a dagirker ji siyasetên wiha hate kirin û hate got: "Dewleta Tirk vê siyasetê didomîne, em jî jê re dibêjin, ev siyasetên te vîna me naşikîne. Dê têkoşînê mezintir bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û planên dijmin têk bibin."

KOBANÊ

Bi heman armancê endamên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Kobanê kom bûn û daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hat xwendin. Di  daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji 3 salan ve hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re nehatiye kirin. Hate gotin, armanca dewleta Tirk ji girankirina tecrîdê ew e ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tekoşîn û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a di zîndanan de her vîn û îrada gelê Kurd û gelê herêmê xurt dike ji ber ku şopandina hizir û xeta serok Apo her mayende ye."

Di daxuyaniyê de bang li gelên aştîxwaz û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku hemberî pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bêdeng nemînin û hate gotin: "Wekî Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan dîsa banga xwe nû dikin; ji bo azadiya rêber Apo û kiryarên ne heqî yên li dijî siyastemedarên di girtîgehan de divê xwedî derketinek rast û çalakiyên bê navber li hemberî dewleta tirk bê derketin."

(şx-sş)

ANHA