Hevbendiya "Bi hev re ji bo çêtirîn raje" bernameya xwe aşkere kir

5 partiyên siyasî yên ku bi navê hevbendiya "Bi hev re ji bo çêtirîn raje" beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibe, bernameya xwe aşkera kir.

Hevbendiya "Bi hev re ji bo çêtirîn raje" bernameya xwe aşkere kir
22 gulan 2024   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Demokratîk, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Biratî ya Kurdistanê û Yekitiya Karkerên Kurdistanê bi hevbendiya bi navê "Bi hev re ji bo çêtirîn raje" dê beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên 11`ê Hezîranê dibin. Hevendiya "Bi hev re ji bo çêtirîn raje" bi daxuyaniyekê bernameya xwe aşkere kir. Daxuyanî Ii ber avahiya Partiya Kesk a Demokrat a li bajarê Qamişlo ji aliyê berdevka Nivîsgeha Jinan a Partiya Kesk a Demokra û endamê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Mezher Hemîka ve hat xwendin.

Di daxuyaniya hevbendiya"Bi hev re ji bo çêtirîn raje" de wiha hat gotin: 0

"Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyeke demokratîk e ku mafê hemû pêkhateyên herêmê bi rengekî wekhev digre dest. Ev tecrubeya demokratîk a herî mînak e di herêmê de ku bi xwîna hezarên şehîdên herêmê hate avadan. Ew jî bi saya Hêzên Sûriya Damokratîk e ku şerekî bêhempa li dijî terorîstan meşandin û herêm rizgar kirin.

Tevî ku herêm di şert û mercên hestiyar re derbas dibe jî lê Rêveberiya Xweser teqez dike ku wefadarê  prensîpên xwe yên damokratîk e ku tê de nêrînên gel tên girtin. Li gorî wê Komseriya  Bilind a Hilbejartinan,  pêkanîna hilbejartinên şaredariyan di 11’ê Hezîrana 2024’an de ragihand, deriyên bernmezetiyê ji bo kesayet û hêzên siyasî vekir û derfetên hilbejartinên piralî hatin dan.

Em weke partiyên siyasî me liv û tevgereke siyasî û kedeke berbiçav da ku em bighêjin hevgirtineke hilbijêrî. Di encamê de em pênc partî bûn yek û bi yek lîsteyê em ê beşdarî hilbijartinan bibin û bernmezetan ji bo hem meclis hem jî hevserokatiya şaredariyan pêşkêş bikin da ku em karibin xizmeteke baştir ji bo welatiyan pêşkêş bikin; ew jî bi rêya çalakkirina komîte û saziyên şaredariyên ên ku  hene û hem jî çavdêrî û şopandina karê wan û hesabxwestin ji kesê ku kêmasiyan di karê xwe de bikin bê kirin.

Ji bo vê yekê sembola lîsteya me li gorî armanc û programên me wisa ye: "Bi hev re ji bo çêtirîn raje"

Bernameya me ev e:

1-Avakirina beşekê ji bo giliyên gel û şopandina wan giliyan.

2- Dabînkirina ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê.

3-Çalakkirina komîte û saziyên girîng di şaredariyê de.

4-Rakirina xemsariya komîte û saziyan.

5- Aktivkirina sazî û komîteyên sereke di nava şaredariyê de.

6-Şopandina demjimêrên vêxistina jenartorên elektrîkê û dayîna şert û mercên ku hawîrdor paqij bimîne.

7-Cihên taybet ji bo kirîn û firotina ajalan bê dîtin û xizmet ji bo wan werin pêşkêşkirin.

8-Ji bo paqijiya cihên serjêkirina ajalan kar bê kirin.

9-Çavdêriya nirxan û qanûna parastina mizexiran bên çalakkirin.

10- Rawestgeha turmbêlên veguhestina hundirîn bên peydakirin û xizmetkirin.

11-Rêyên heyî bên qîrkirin û rastkirin.

12-Li paqijiya bajaran miqate bin û pêdiviyên wan bên misogerkirin.

13-Ji bo kanalîzasyonê eleqe bê kirin û bi rengekî baş kar bê kirin.

14- Qedexekirina çandiniyê bi ava qirêj.

15-Îstgehên li hev vegerandina avê bên avakirin.

16-Ji bo paqijkirina bajar kar bê kirin.

17-Li derveyî bajar gulîstanên mezin û li hundir jî  li taxtan park bên avakirin.

 18-Dar li ser rêyan bên çandin û eleqe bi wan were kirin.

19- Bazarên firotinana sebze û fêkî bên paqijkirin û xizmet ji wan re bê pêşkêşkirin.

20-Em ji bo projeyên ku gel pêşkêş bike bibin alîkar.

21-Herêmên pîşesaziyê werin avakirin.

22-Aktîvkirina tevahî yasayên ku ximzeta welatiyan dike û wekheviyê pêk tîne.

23-Her sê mihan civîn ji gel re werin çêkirin û tê de kar û barên şaredariyan bên nîqaşkirin û pêşinyarên hene bên girtin û ji bo pêkanîna wan kar bê meşandin."

(bb)

ANHA