Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Birayê Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
13 îlon, 2024   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Emîne Konar a xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê da.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve di bin tecrîdê de ye. Serlêdanên ji bo hevdîtinê bi rengekî keyfî tên redkirin û bi mehan “cezayên dîsîplînê” didin.