Bi dronê êrişî gundê Merenazê kirin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi droneke xwekujiyê êrişî gundê Merenazê yê bajarê Şera yê kantona Efrîn û Şehbayê kir.

Bi dronê êrişî gundê Merenazê kirin
13 îlon, 2024   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, di saetên siharê de artêşa Tirk a dagirker bi droneke xwekujiyê êrişî gundê Merenazê yê bajarê Şera yê kantona Efrîn û Şehbayê kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Di heman demê de li heman gundî droneke xwekuj hate xistin.

(fr)