Baregeheke leşkerî ya rejîma berê ya Şamê hat bombebarankirin

Li bajarê Helebê baregeheke leşkerî ya rejîma berê ya Şamê hat bombebarankirin. Li gorî hin agahiyan, bombebaran ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatiye kirin.

Baregeheke leşkerî ya rejîma berê ya Şamê hat bombebarankirin
3 ÇILE, 2025   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Derengiya şevê li bajar û gundewarê Helebê dengê teqînên bihêz hat bihîstin.

Li gorî şahidan, li herêma Sifêrayê baregeheke leşkerî ya rejîma berî ya Şamê hatiye bombebarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê mijarê de ev agahî dan "Balafirên Îsraîlê li herêma Sifêra ya başûrê Helebê û Lêkolînên Zanistî  baregehên leşkerî bombebaran kirin, di encamê de bi kêmanî 7 teqînên mezin çêbûn. Tê der barê windahiyên canî de agahî nehatin standin."

Li gorî SOHRˈê, balafirên şer ên Îsraîlê ji destpêka ketina rejîma Beşar Esed ve 498 êriş li Sûriyeyê pêk anîne. Di van êrişan de baregeh û tesîsên leşkerî yên rejîma berê ya Şamê hatin hedefkirin.

(bb)