Li Til Birakê bîranîna şehîdan

Li bajarê Til Birakê 56 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.

Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
Li Til Birakê bîranîna şehîdan
14 îlon, 2024   15:47
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna 56 şoreşgerên di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran, Tîrmeh, Tebax û Îlonê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, merasîmek li dar xist. 

Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan kesî pêk hat.

Piştî pêxistina mûman û deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Seed Xelef axivî û got: "Her dilopeke xwîna şehîdan dara welat av da. Her giyaneke şehîd qeydên zordestan şikandin. Her sêwiyek bi rondikên xwe bedena bavê xwe şûşt. Şehîd meşale ne ku rêya nişfan ronî dikin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Welîd El Xefo jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û banga domandina xeta şehîdan kir.

Piştre sînevîzyoneke wêneyên 56 şehîdan hat pêşandan.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA