Ji bo şehîd Xwînda Çiya sersaxî hate xwestin

Şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê, ji malbata gerîlaya HPG`ê şehîd Xwînda Çiya re sersaxî xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Ji bo şehîd Xwînda Çiya sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Xwînda Çiya sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Xwînda Çiya sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Xwînda Çiya sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Xwînda Çiya sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Xwînda Çiya sersaxî hate xwestin
14 îlon, 2024   15:55
QAMIŞLO

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxayê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser tev li merasîma sersaxiyê ya gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Xwînda Çiya (Necla Silêman) bûn ku li gundê Carûdiyê yê Dêrikê hatiye lidarxistin.

Şehîd Xwînda Çiya li Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de 4`ê Tebaxa 2024`an şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Suad Mistefa axivî û got şehîd sembola avakirin û guhertinê ne û yên li ser şopa şehîdan li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bimeşin dê azad bi vîna xwe li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan bijîn.

Suad wiha domand: "Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin, yek bin û xiyanetê û dagirkeriyê tune bikin."

Endama rêveberiya Kongra Star a Girk Legê Esmehan Elî jî got: "Divê jin çi li Başûrê Kurdistanê yan jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin û planên wê yên li djiî gelan têk bibin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA