Li Tertûsê erebeyekê pê li xwendekarekê kir

Li Tertûsê erebeyekê pê li xwendekareke 18 salî kir. Xwendekar di cih de wefat kir. Tê îdiakirin ku bûyer bi zanebûn hatiye kirin.

Li Tertûsê erebeyekê pê li xwendekarekê kir
18 nîsan, 2026   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekara bi navê Hedîl Mihemed (18) li pêşiya dibistana xwe ya li gundê Keşfê yê Tertûsê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand roja pêncşemê erebeyekê pê li Hedîleyê kir û di cih de mir. Şêniyan jî îdia kir ku bûyer bi zanebûn hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, ajokarê erebeyê endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ye ku gelek caran astengî ji Hedîleyê re derdixist û bi zanebûn pê li wê kiriye.

Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî îdiayên ku dibêjin bûyer bi zanebûn hatiye kirin red kirin û îdia kir ku li gorî lêkolînan "bûyer ne bi mebest” çêbûye.

Şêniyan jî daxwaza vekirina lêkolîn û lêpirsînê kir.

Li gorî daneyan, ji destpêka îsal (2026) ve li Sûriyeyê 174 kes (127 mêr, 11 zarok û 25 jin) hatine kuştin.

(bb)