Li Tebqayê bazirganên çek û hişbirê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Tebqayê hejmarek bazirganên çek û madeyên hişbirê girtin, di heman demê de mîqdarek çek û hişbirê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Têkoşîna dijî Hişbirê roja pêncşemê (12’ê Heîzranê) bi ser taxeke bajarê Tebqayê de girt, di encamê hejmarek bazirganên çekan û madeyên hişbirê girtin.
Navendê diyar kir ku di wê operasyon de, mîqdarek curbicur ên madeyên hişbirê hatin dîtin û desteserkirin; kîloyek heşîşê hevîr, zêdetir 8 hezar hebên captagonê, madeya krîstal, gelek cureyên din ên heban û alavên bikaranînê.
Li gorî navendê, di wê operasyonê de klaşînkov, damanceyên guhertî (qulibandî), damenceya Star û Brading, gelek cebilxane hatin desteserkirin.
Hêzan kesên girtî ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî ji dozgeriyê re rêkirin.
(fr)