Îsraîlê li Tehranê baregehên Feyleq El Quds bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê baregehên stratejîk ên Feyleq El Quds û Supaya Pasdarên Îranê yên li Tehranê bombebaran kirin.

Îsraîlê li Tehranê baregehên Feyleq El Quds bombebaran kirin
16 hezîran, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandinê ku hêzên hewayî yên Îsraîlê vê sibehê baregehên stratejîk ên Feyleq El Quds û Supaya Pasdarên Îranê yên li Tehranê bombebaran kirin.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichay Adraee der barê mijarê de ev agahî li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir "Balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Îsraîlê, di bin rêberiya îstîxbarata rast a Servîsa Îstîxbarata Leşkerî de, êrişî baregehên fermandariyê yên Feyleq El Quds û artêşa Îranê kirin."

Li gorî Adraee, "Endamên Feyleq El Quds baregeha fermandariyê ji bo plankirina operasyonên terorîstî li dijî dewleta Îsraîlê bi rêya wekîlên rejîma Îranê li Rojhilata Navîn bi kar dianîn."

Ajansa "Tasnim" a Îranê daxuyand ku navenda Wezareta Berevaniyê ya Îranê, avahiyên girêdayî piştgiriya hêzên çekdar, rêxistina lêkolînan û afirandina parastinî hatin hedefgirtin.

Tasnim diyar kir ku Îsraîlê depoyên petrolê, nuqteyên depokirin û avêtina moşekan li herêmên cuda yên Tehranê bombebaran kirin.

Li beramberî wê, Îran bi moşekan êrişî deverên cuda yên Îsraîlê weke bajarê Bat Yam û Tamra kir, di encamê de 5 kes hatin kuştin û bi dehan birîndarî çêbûn û zirarên mezin bi herêmê bûn.

Ev rageşiya leşkerî ya her du aliyan cihê metirsiyê ne ku asta rûbirûbûnê li herêmê fireh bibe.

(fr)