Li Stenbolê gorên Ermenan hatin xerabkirin

Kesên nasnameyên wan ne diyar êrişî Goristana Surp Garabet a Ermeniyan a Stenbolê kirin û zirarê dan 6 gor û kaniyekê.

Li Stenbolê gorên Ermenan hatin xerabkirin
10 tîrmeh, 2026   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di şeva 7ê Tîrmehê de li navçeya Uskudarê ya Stenbolê kesên nasnameya wan ne diyar êrişî Goristana Surp Garabet a Ermeniyan kirin. Li gorî nûçeyan AGOSê di ser diwarên goristanê de kesek an hin kes ketine nava goristanê û êrşî goran kirine. Di encama êrişê de 6 gor û kaniyek zirar bûn.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hêj berdewam dike.