Li Siwêdayê xwendekarên dibistanên amedehiyê derketin xwepêşandanê

Bi sedan xwendekarên dibistanên amedehiyê dixwazin bawernameyên sala xwendinê ya 2024-2025’an wergirin û yên 2025-2026`an jî bikevin ezmûnên xwe.

23 nîsan, 2026   14:33
SIWÊDA

Li parêzgeha Siwêdayê bi sedan xwendekarên dibistana amedehiyê xwepêşandanek li dar xist. Xwendekar dibêjin dûrî rewşa siyasî ew bawernameyên xwe dixwazin û hinek ji xwendekaran jî divê ezmûnên xwe bikin.

Xwendekarên beşdarî xwepêşandanê bûbûn ji ajansa me re axivîn û got ew mafên xwe yên berdewamkirina xwendina xwe dixwazin.

Hela El Helebî got: “Em xwendekarên sala xwendinê ya 2025-2026’an in, mafê me heye ku me nas bikin. Tenê mehek maye ku ezmûnên me dest pê bikin, lê heyanî niha em nizanin ka biçin ku derê ezmûnên xwe bikin. Dûrî hemû rewşên siyasî mafê me heye ku em biçin ezmûnên xwe û xwendina xwe berdewam bikin.”

Elî Ewis Salim jî got: “Em xwendekarên sala 2024-2025 in. Em rabûn xwepêşandanê û dûrî rewşa siyasî em mafên xwe yên berdewamkirina xwendina xwe dixwazin. Em bang li hemû saziyên herêmî û cîhanî yên perwrede û fêrkirinê dikin ku mafên me bidin em xwendina xwe berdewam bikin. Çareseriyekê ji me re deynin, ji bo em bawernameyên xwe wergirin.”

Wail Nacî Zên li ser rewşa xwe axivî û got: “Em ji mafên me mehrûm kirin. Em ji rewşa siyasî dûrin û tu têkiliya me bi pirsgirêkên siyasî re tine ye. Pêdiviya me heye ku mafên me bidin me û em xwendina xwe berdewam bikin. Di şer de em ji malên xwe derketin û koçber bûn. Dîsa me pirstûkên xwe bi xwe re birin ji bo em bikarbin xwendina xwe berdewam bikin. Rê û hedefa me zanist e. Em hêvî dikin ku rêxistinên navneteweyî mafên me bidin me.”

(np)

ANHA