Guhertina navên dibistanan şermezar kirin

Li bajarê Dêrikê guhertina navên dibistanan hat şermezarkirin û bang hat kirin ku divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were naskirin.

23 nîsan, 2026   15:51
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Dêrikê tevî xwendekar û mamosteyan bi meşekê guhertina navên dibistanan ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, şermezar kir.

Di xwepêşandanê de wêneyên şehîdan, pankartên “Xwendekar parêzvanên jiyana azad in", "Divê mafê me yê hînbûnê di destûrê de were mîsogerkirin", "Zimanê me nasnameya me ye", "Navên şehîdên me xeta me ya sor e" vekirin û dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.

Meşê ji Qada Azadî dest pê kir û li naverasta sûkê veguherî mîtîngê. Li vir xwendekara bi navê Êvlîn Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, xwendekar bi nixên xwe yên civakî, çandî, zimanî û dîrokî ve girêdayî ne û ev yek ji bo wan xeta sor e. Her wiha hate destnîşankirin ku parastina van nirxan erkeke mirovî ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku nêzîkatiyên vê dawiyê, bi taybet ên guhertina navên dibistanên ku navên şehîdan li wan hatiye kirin, nêrîna neyînî ya li hember materyalên bi zimanê kurdî binpêkirina hiqûqa mirovî ye, di heman demê de nîşana dûrbûna ji rêgezên demokrasiyê û lihevkirinan e.

Her wiha hate gotin ku fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e ku ji zarokatiyê ve dest pê dike û hemû beşên civakê digire nava xwe.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku binavkirina dibistanan bi navên şehîdan armancên perwerde û fêrbûnê û şopa li ser xeta wan nîşan dide. Her wihate hate gotin, destkeftiyên hatine bidestxistin bi keda şehîdan in.

Xwendekaran êrişa li ser mafên fêrbûna bi zimanê dayikê û bêrêziya li hemberî navên şehîdan şermezar kir û da zanîn ku ew jiyaneke birûmet di civakeke azad û demokratîk de dixwazin.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê li herêmên wekî Reqa û Tebqayê navên dibistanên ku navên şehîdan li wan hatibûn kirin, guhertin. Li hemberî vê yekê nerazîbûn derketin.

(bb)