Li Siwêdayê ji ber teqîna wesayîtekê kesek mir

Li rojavayê gundê El Mecîmer ê başûrê rojavayê bajarê Siwêdayê ji ber teqîna wesayîtekê kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li Siwêdayê ji ber teqîna wesayîtekê kesek mir
20 sibat, 2026   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) îro ragihand ku li rojavayê gundê El Mecîmer ê dikeve başûrê rojavayê Siwêdayê ji ber teqîna wesayîtekê kesekî jiyana xwe ji dest daye.

SOHR’ê der barê mijarê de ev agahî parve kir: "Kesek ji bajarê Derayê bi wesayîteke taybet derbasî erdekî gundê El Mecîmer bû. Wesayît dema derbasî aliyê rojavayê gund bû, teqiya û kesê tê de jiyana xwe ji dest da."

Sedemên teqîna wesayîtê hîna nehatin zanîn û aliyên berpirsyar tu daxuyanî nedane.

(bb)