Li Idlibê zarokekî di encama teqîna bombeyekê de jiyana xwe ji dest da

Li gundewarên Idlibê ji ber teqîna bombeyekê zarokekî 7 salî jiyana xwe ji dest da.

Li Idlibê zarokekî di encama teqîna bombeyekê de jiyana xwe ji dest da
20 sibat, 2026   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Sikêk ê li rojhilatê bajarê Xan Şeyxûn ê li başûrê Idlibê ji ber teqîna bombeyekê ya bermahiyên şer zarokakî 7 salî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal (2026) ve ji ber teqîna bermahiyên şer 19 zarok û 7 jin, bi giştî 73 kesan jiyana xwe ji dest daye û 57 kes (34 mêr, 19 zarok û 4 jin) birîndar bûne.

(bb)