Li Siwêdayê banga piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin

Çalakvanên sivîl ên Siwêdayê bang li şêniyên herêmê kir ku sibe bi xwepêşandanan piştgiriyê bidin şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.

Li Siwêdayê banga piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin
7 cotmeh, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên sivîl ên bajarê Siwêdayê û bajarê Şehbayê bang li şêniyên başûrê Sûriyeyê kir ku sibe tev li xwepêşandanê bibin û piştgiriya xwe ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê re nîşan bidin.

Amadekaran diyar kir ku xwepêşandan sibe saet 11'ê sibehê li qada Şehba ya bajarê Şehbayê û qada Keramê ya bajarê Siwêdayê ye.

Amadekaran destnîşan kir ku berî demekê jî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî da şêniyên Siwêdayê.

(mh)