Koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dadiketin qadan

Koçberên Efrîn û Şehbayê li kantona Tebqayê dimînin bi meşekê pişgiriya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.

7 cotmeh, 2025   20:53
TEBQA

Koçberên kantona Tepqayê bi çalakî bi serenavê ‘’Em pişgiriyê didin berxwedana şerê gelê şoreşgerî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’’ hat rêxistin kirin.

Meş ji navenda Azadiyê ya bajarê Tebqayê dest pê kir û ber bi navenda Aştiyê ve herikî, çalakgeran wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û ala Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bilin kirin. Her wiha şiyara bijî berxwedana taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê teqezkirina pişgiriya QSD’ê hate gotin.

Piştî gihîştinê navenda Aştiyê deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdan hat girtin.

Piştre li ser navê koçberên ji Efrîn û Şehbayê, daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Karûbarên Koçberan a kantona Efrîn û Şehbayê Lîliyan Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em êrişa komên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, tevî kesên, şermezar dikin. Ev êriş binpêkirineke eşkere ye li dijî mirovên ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin û îro ji aliyê komên girêdayî hikûmeta veguhêz ve rastî neheqiyên herî dijwar tên. "

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tiştên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diqewimin berdewamiya kiryarên nijadperest û xurtkirina siyaseta parçekirinê ya hikûmeta veguhêz e. Ew dubarekirina tiştên ku li peravê û li Siwêdayê qewimîne. Ji ber vê yekê em bang li hemû Sûriyeyiyên azad û bi rûmet dikin ku bi gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bibin yek.

Her wiha di daxuyaniyê de ji rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî hat xwestin ku vê siyaseta ku ji hêla hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê ve tê meşandin rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tiştê ku îro diqewime nebûna cidîbûnê di peydakirina çareseriyeke berfireh ji bo pirsgirêkên neteweyî yên neçareserbûyî de piştrast dike.

(ac)

ANHA