Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê mîna berxwedana sala 2016ˈan li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Dayik xwarinê ji şervanên li eniyên berxwedanê re amade dikin û hevgirtina gel xurt dibe.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hevgirtina gel
2 kanûn, 2024   12:11
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şêniyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê li hemberî êrişên muhtemel ên li ser taxê seferber in. Hin ciwan û mezinên taxê cihê xwe di nava Hêza Parastina Şêxmeqsûdê de digirin, hinek ji bo rewşên birîndarbûnê yên muhtemel xwînê li navendên tenduristiyê kom dikin. Her wiha komeke jin û dayikan xwarinan ji bo şervanên li eniyên berxwedanê amade dikin. 

Berxwedan û hevgirtina gel a li her du taxan, berxedana 2016ˈan a li hemberî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi bîr dixe.

Dayikên ku xwarinê amade dikin, diyar kir ku amade ne rojane ji şervanan re xwarinê amade bikin.

Dayika Xada Ehmed ku beşdarî çêkirina xwarina ji bo Hêza Parastina Şêxmeqsûdê bûye, diyar kir ku ew bi vî karî piştgiriyê didin şervanan û got: "Ev kar tişta herî hêsan e ku em dikin."

Fatima Mistefa jî anî ziman ku şervanên Hêza Parastina Şêxmeqsûdê hêza xwe ji piştevaniya gel digirin û wiha domand: "Çêkirina xwarinê ji bo wan erkek e ku em ê bi rêk û pêk bikin."

(bb)

ANHA