Di bûyerên li Helebê de lihevkirina Qeter-Tirkiyeyê

Nivîskar Heysem El Zubeydî di analîzeke têkildar rewşa Helebê de dibêje beriya êrişa çeteyên Cebhet El Nusra hevdîtinek di navbera emîrê Qeterê û serokkomarê dewleta Tirk Erdogan de  çêbû, di hevdîtinê de  her du aliyan ji bo destkeftiyên siyasî û ewlehî li Sûriyeyê bi dest bixin û zextê li Şam û Îranê bikin, li hev kir.

Di bûyerên li Helebê de lihevkirina Qeter-Tirkiyeyê
2 kanûn, 2024   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb analîzeke Dr. Heysem El Zubeydî weşand ku tê de geşedanên dawîn ên li bakurê Sûriyeyê, destwerdanên herêmî, navneteweyî û rola dewleta Tirk a dagirker û Qeterêya li Sûriyeyê nirxandine.

Heysem El Zubeydî diyar kir ku di destpêka aloziya Sûriyeyê de (2011), Heleb û Idlib ji bo Qeterê herêmeke bi bandor bûn, lewre Dohayê destekeke mezin da çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra).

ROLA DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Li gorî El Zubeydî, dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan sûd ji valahiya siyasî ya li Sûriyeyê wergirt û destûr da çeteyên Cebhet El Nusra da ku operasyoneke leşkerî ya berfireh li Helebê û derdora wê pêk bînin. Her wiha diyar kir ku Tirkiye bi hemahengiya Qeterê bi armanca têkbirina berjewendiyên hikumeta Şamê û Îranê, şewqa kesk da çeteyên El Nusrayê.

QETER Û ÎSRAÎL: HEVSENGIYÊN KOMPLEKS

El Zubeydî îşaret bi vê yekê dike ku tevgera Qeterê ya li bakurê Sûriyeyê hewldanek e ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re ji nû ve saz bike, nemaze ku berê destek dida tevgera Hemasê.  Li gorî analîzê, Qeterê bi piştgiriya çeteyên Cebhet El Nusra xwest "diyariyeke siyasî" pêşkêşî Îsraîlê bike û ev diyarî jî hedefkirina çavkaniyên destekkirina Hizbullahê ye.

DEMA ÊRIŞÊ Û BANDORÊN WÊ

Nivîskar Heysem El Zubeydî di analîze de diyar kir ku êrişa çeteyên El Nusra ya li ser Helebê piştî hevdîtina di navbera emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed û serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan de hat kirin. Her wiha da zanîn ku dema vê êrişê jî wek encama lihevkirineke qeterî-tirkî pêk hat ku hewl didin destkeftiyên siyasî û ewlehî li Sûriyeyê qezenc bikin û zextê li Şam û Îranê bikin.

Nivîskar Heysem El Zubeydî di analîzê de ji ber aloziyên domdar ên li bakurê Sûriyeyê hişyarî da û got lîstikvanên herêmî Sûriye wek amûrekê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tînin, ev jî dihêle ku aramiyeke demdirêj ne gengaz be.

(bb)