Li Serêkaniyê sotemenî gelekî biha bûye

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî bermîleke mazotê bi 170 dolarî tê firotin.

Li Serêkaniyê sotemenî gelekî biha bûye
1 mijdar, 2024   15:36
HESEKÊ

Li Serêkaniyê ku ji 2019ˈan ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk çeteyên wê de ye, aloziya aborî û debarê dewam dike.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, li Serêkaniyê bermîleke mazotê bi 170 dolarî ye û li sûkan jî peyda nabe.

Çavkaniyan diyar kir ku şêniyên li Serêkaniyê mane, zehmetiyên mezin ên aborî dikişînin, bi taybet bi hatina zivistanê re û nebûna sotemeniyê û bihabûnê rewşa wan aloztir dibe.

Li gorî çavkaniyan, lîtreyeke mazotê ya ji bo erebeyan hatiye veqetandin, bi 12 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û buhayê lîtreyeke benzîna motorsîklêtan jî bûye 24 hezar lîre.

(bb)